Çûnûhatin di navbera bajaran de hat girtin

Rêvebirê Polîsa Parêzgeha Hewlêrê Lîwa Ebdilxaliq Telhet ragihand, ta bidawîbûna proseya dengdanê, çûnûhatina di navbera bajaran de tê girtin û bazar jî tên girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêvebirê Polîsa Parêzgeha Hewlêrê Lîwa Ebdilxaliq Telhet ragihand, ta bidawîbûna proseya dengdanê, çûnûhatina di navbera bajaran de tê girtin û bazar jî tên girtin.

Rêvebirê Polîsa Parêzgeha Hewlêrê di konferanseke rojnamevanî de ragihand, çûnûhatin çi di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û çi di navbera bajarên Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê de ta bidawîbûna proseya dengdanê tên girtin.

Tekez kir jî, ti berpirs û welatiyên din nikarin di navbera bajaran çûnûhatinê bikin û daxwaz ji hemûyan kir ku îro hevkar bin û pabend bibin.

Îro 30î Îlonê proseya dengdana giştî ji bo hilbijartina xula pêncemîn a parlemantoya Kurdistanê birêve diçe û komîtên ewlehiyê yên Parêzgehên Hewlêrê rênimayên taybet girtine ber.

 

S. B