Qasimî: Tometên beramberî Îranê gûmankar in

Peyvdarê Wezareta Derve yê Komara Islamî ya Îranê Behrem Qasimî rexneyên tund li Amerika û Erebistana Siûdî û tometên wan beramberî Îranê bi gûmankar binav kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta Derve yê Komara Islamî ya Îranê Behrem Qasimî rexneyên tund li Amerika û Erebistana Siûdî û tometên wan beramberî Îranê bi gûmankar binav kir.

Berî çendîn rojan Wezîrê derve yê Amerika Mike Pompeo, li pişt her kiryarek dijî hevwelatiyên Amerika li Iraqê Iran gûmankar destnîşan kiribû. Ji aliyê xwe ve Şêwirmenda Ewleyiya Niştimanî ya Amerika John Bolton diyar kiribû ku, ger Iran kiryarek weha lidij hevwelatiyên, saziyên, konsûlxane yan balyozxaneyên Amerika pêkbîn e, dê bersîvek gelek giran bide.

Peyvdar Qasimî diyarkir ku, Îran lidij her êrîşek hemberî diplomatkar û misyonên diplomasiyê ye. Gava Amerika tometên weha li Iranê dike, gûmanek li pişt vê yekê heye.

 

 

C.B