Li Hewlêrê dest li ser nasnameyên sexte hat danîn
Rêvebirê Polîsê Parêzgeha Hewlêrê lîwa Ebdilxaliq Tel'et ragihand, ku wan dest li ser çend nasnameyên sexte daniye.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Rêvebirê Polîsê Parêzgeha Hewlêrê lîwa Ebdilxaliq Tel'et ragihand, ku wan dest li ser çend nasnameyên sexte daniye.
Ebdilxaliq Tel'et diyar kir, ku nasnameyên hatine desteserkirin radestî Komisyona Bilind a Hilbijartinan hatine kirin û Komisyon jî, wê li gorî madeya 57an a yasaya sextekariyê, lêpirsînê li ser vê mijarê destpê bike.
Rêvebirê Polîsê Hewlêrê diyar kir, ku wan rê neda ti hêzek ji bilî polîs û hêzên ewlehiyê, derbasî nav bingehên dengdanê bibin.
N.O