Piroseya dengdanê bidawî hat û bingehên dengdanê hatin girtin
Demjimêr 6ê êvarî bi dema Hewlêrê, piroseya dengdanê bidawî hat û her bingehek dengdanê, heger piştî demjimêr 6 nehatibe girtin, wê rêkarên gellekî tund li dijî karmendên wê bên stendin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Komisyona Bilinda Hilibjartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê, bidawîhatina piroseya dengdanê ragihand.
Îro piroseya hilbijartinên giştî li Herêma Kurdistanê, ji bo hilbijartina 111 endamên Perlemana Kurdistanê hat encamdan.
Peyvdarê Komisyona Bilinda Hilbijartinan Şêrwan Zirar li ser wê yekê kongirekî rojnamevanî lidar xist û got: Kêmanî di vê piroseyê de hebûn.
Got jî: Encûmena Komisyaran biryar daye, pêdaçûnê ji her binpêkirinekê re bike.
Şêrwan Zirar tekez kir, ku demjimêr 6ê êvarî piroseya dengdanê bidawî hat û her bingehek dengdanê, heger piştî demjimêr 6 nehatibe girtin, wê rêkarên gellekî tund li dijî karmendên wê bên stendin.
N.O