Şanda PDK li Bexdayê civînên xwe ji bo Serokatiya Iraqê zêde dike
Şanda PDKê yekem civîna xwe li gel Hadî El-Amrî encam da û piştre li gel serokê Şepêla ElHikme Emar El-Hekîm civiya
K24 - Navenda Nûçeyan.
Şanda Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê PDKê Nêçîrvan Barzanî, li Bexdayê li gel serokê Hevpeymaniya El-Fetih Hadî El-Amirî civiya.
Peyamnêrê Kurdistan24ê ragihand, ku îro şanda PDK ji bo encamdana gotûbêjan li gel aliyên Iraqî û bidestxistina piştevaniyê ji bo Fûad Hisên, serdana Bexdayê kir.
Herwiha diyar kir, ku şandê yekem civîna xwe li gel Hadî El-Amrî encam da û piştre li gel serokê Şepêla ElHikme Emar El-Hekîm civiya û paşê li gel Tevgera (Eta) civînek lidar xist û biryar e di çend demjimêrên dahatî de, li gel aliyên din ên Iraqî bicive.
N.O