Pompeo: Îran jêdera gefan e
Washington gefên li şandên wê yên li Iraqê tên kirin, berpirsatiya wê dixe stûyê Îranê û dibêje, dê rêkeftina dostaniyê ya bi wî welatî re bidawî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Washington gefên li şandên wê yên li Iraqê tên kirin, berpirsatiya wê dixe stûyê Îranê û dibêje, dê rêkeftina dostaniyê ya bi wî welatî re bidawî bike.
Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo piştî çend rojan ji biryara girtina Konsolxaneya Amerîka li Besrayê ji rojnamevanan re ragihand, Îran jêdera gefa li ser Amerîkiyên ku niha li Iraqê ne ye.
Got jî, “Istixbarata me di vê derbarê de bihêz e û em dikar bibînin ku destê Ayetulah û alîgirên wî li pişt êrîşên li ser Amerîka ne.”
Berî nêzîkî hefteyekê û ji ber gefên ewlehiyê û ketina çend guleyên Hawinê li nêzîkî Konsolxaneya Amerîka li Besrayê, Wezîrê Derve yê Amerîka Mike Pompeo biryara girtina konsolxaneyê û vekişandina karmandên wê jî da.
Amerîka ku di meha Gulana bûrî ji rêkeftina atomî ya Grûpa 5+1 bi Îranê re vekişiya, sizayên abûriyê yên li ser wî welatî spand û biryara qonaxa duyem a wan sizayan roja 4ê Mijdara bê bikeve warê cibicîkirinê.
Di wê derbarê de Dadgeha Dadweriyê ya Navdewletî duhî ferman derkir ku nabe sizayên Amerîka li ser Îranê bandorê li ser alîkariyên mirovî û geştên esmanî yên medenî bike.
Li ser wê biryarê Pompeo got, diviyabû Amerîka berî demeke dirêj ji rêkeftina dostaniyê ya di sala 1979an de bi Îranê re îmze kiriye vekişiya, ji ber ku wê rêkeftinê ew her du welat kirin dijminê hevûdu.
Lê Pompeo got, welatê wî dê alîkariyên mirovî pêşkêşî gelê Îranê bike. Herwiha rexen li Tehranê girt ku aboriya xwe li welatiyên xwe xerc nake.
S. B