Votel: Em naxwazin li Îranê bidin

Joseph Votel: Heya hêzên Îranî li derveyî sînorên Îranê hebin, wê Amerîka hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûryê bihêle.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Fermandarê Serkirdatiya Navendî ya Amerîka li Rojhilata Navîn (Joseph Votel) ji rojnamevanan re ragihand, ku ew naxwazin cengê bi Îranê re bikin.

Derbarê Rojavayê Kurdistanê û Sûryê, Joseph Votel tekez kir, ku heya hêzên Îranî li derveyî sînorên Îranê hebin, wê Amerîka hêzên xwe li Rojavayê Kurdistanê û Sûryê bihêle.

Herwiha got: Heger Îran gefan li Amerîka yan hevalbendên me bike, wê Taran baca vê yekê bide. Peyama me eşkere ye û em çavdêriya Îranê dikin.

Berî niha Şêwirmendê Ewlehiya Netewî ya Amerîka John Bolton diyar kiribû, ku hebûna hêzên Amerîkî li deverê, bi hebûna DAIŞê û mîlîşyayên Îranê ve girêdayî ye û gotibû: Divê Îran û mîlîşyayên wê ji Sûryê vekişin, ev yek tenê wê bihêle cenga li Sûryê bidawî bê.

John Bolton da xuyakirin, ku ji sala 1979an ve, Îran piştevana serekî ya cîhanî a terora navdewletî ye.

N.O