Mûşkek NASAyê bi du astronatan hat xwarê
Îro Ajansa Valahiyê ya Amerîkaî (NASA), xwest bi riya mûşekekê, siwariya (Soyoz) bigehîne (Wêstgeha Valahiyê ya Navdewletî) lê agir bi mûşeka NASA ket û pirose biser neket.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Îro Ajansa Valahiyê ya Amerîkaî (NASA), xwest bi riya mûşekekê, siwariya (Soyoz) bigehîne (Wêstgeha Valahiyê ya Navdewletî) lê agir bi mûşeka NASA ket û pirose biser neket.
Rêvebiriya Ajansa NASA ragihand, ku dema pirose rastî şikestinê hat, herdu astronatên di nava Siwariya Soyoz de bûn, xwe ji mûşekê avêtin û jiyana xwe rizgar kirin.
Îro sibehê astronatê NASAyê (Nike Hag) û yê Ajansa Valahiyê ya Rûsî Alexy Ovchinin) li welatê Kazakhistanê, geştek ji bo Wêstgeha Valahiyê ya Navdewletî destpê kirin û biyar bû di nav şeş demjimêran de bigehin cihê mebest, lê mûşeka wan piştî çend xulekan ji destpêkirina geştê rastî pirsgirêkekê hat û li Kazaxistanê hat xwarê.
N.O