Emar Hekîm: Diyalog û penabirdin bo destûrê rêya bingehîn e bo çareserkirina duberekiyan

Emar Hekîm
Emar Hekîm

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştimanî ya Îraqê piştrast kir ku diyalog, penabirdin bo destûrê û pêşxistina berjewendiya niştimanî rêyên bingehîn in ji bo çareserkirina hemî duberekiyan, bi awayekî ku yekîtiya Îraqê û mafê hemî gelê wê ji Kurdistanê heta başûr biparêze.

Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştimanî ya Îraqê Emar Hekîm duhî Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, pêşwaziya destpêşxeriya diyaloga niştimanî kir, ku Serokê Encûmena Bilind a Dadweriyê Fayeq Zêdan bangawazî jê re kiriye û armanc jê danîna çareseriyê ye ji bo pirsên hilawîstî yên di navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de di çarçoveya destûr û qanûnê de.

Emar Hekîm amaje bi wê yekê jî da ku diyalog, penabirdin bo destûrê û pêşxistina berjewendiya niştimanî rêyên bingehîn in ji bo çareserkirina hemî duberekiyan, bi awayekî ku yekîtiya Îraqê û mafê hemî gelê wê ji Kurdistanê heta başûr biparêze.

Serokê Tevgera Hîkmeyê ya Niştimanî tekez li ser wê yekê jî kir ku hevfêmkirin, lihevkirin û hevpariya niştimanî yekane rêyên çareseriyê ne ji bo çespandina tenahiyê.