23emîn Festîvala Helbesta Kurdî li Qamişlo birêve çû
Komîta amadekar ya festîvalê dibîne ku ev festîval pêwîstiya wê bi guhdanê heye.
K24 – Qamişlo
23emîn Festîvala Helbesta Kurdî bi beşdariya 50 helbestvanî li bajarê Qamişlo birêve çû. Komîta amadekar ya festîvalê dibîne ku ev festîval pêwîstiya wê bi guhdanê heye. Hin şopîner jî dibînin ku ta nuha rexnedayîn ji helbest naye kirin û bi vê yekê helbest bipêş nakeve.
Li bajarê Qamişlo 23emîn Festîvala Helbesta Kurdî hate lidarxistin, tê de bi dehên helbestên kilasîk û nûjen hatine xwendin. Festîvala Helbestê çalakiyeke ku ji seranserî rojavayê Kurdistanê û Sûriyê helbestvanên Kurd tê de beşdar dibin, lê li gorî hin şopînerên festîvalê dibêjin, ta nuha ev festîval di heman astê de maye û ti pêşketin neketiye şêwazê lidarxistina wê de herwiha helbestên beşdar jî ne di asta rexnedayînê dene.
Şopînerên ku çendîn caran beşdar bûne dibînin jî ku tu pîvanên rexnedayînê di festivalê de tune ne, loma helbestên têne xwendin di astên cêwaz dene.
ji aêliyekî din ve, endamên Komîta Amadekar dibînin ku lidarxistina festîvalê bi xwe serketinek e, ji ber rastî gelek astengî û zehmetiyan tên ta gerekê lidar dixin û ev yek bandorê li asta helbestên beşdar dike. Aşkere dikin jî, bêyî rexnedayînê helbest têne xwendin da ku derfetê bidin hejmareke mezin ji helbestvanan ku helbestên xwe bixwînin û hêvî dikin ku ev festîval di salen bê de bibe mîna lêvegerekê ji nivîsandina pîvanên helbesta Kurdî ya resen re.
Di salên bûrî de bi hejmarên kêm û deverên veşartî de Festîvala Helbestê dihate lidarxistin, lê ji beriya nêzî 7 salan ve bi awayekî diyar û hejmarên bilind ev festîval birêve diçe ku îsal 50 helbestvan beşdarî festîvalê bûn.