Amerîka û Tirkiyê çavdêriyê li bakurê Minbicê dikin

Gera hevbeş di navbera artêşa Amerîkî û Tirkî de li bakurê Minbic destpê kir, Encumena Leşkerî ya Minbic tekez dike, ev ger dê li derveyî Minbic bimînin, welatiyên Minbic jî ji dubarebûna ezmûna Efrînê metirsîdar in.

 

K24 – Minbic

Gera hevbeş di navbera artêşa Amerîkî û Tirkî de li bakurê Minbic destpê kir, Encumena Leşkerî ya Minbic tekez dike, ev ger dê li derveyî Minbic bimînin, welatiyên Minbic jî ji dubarebûna ezmûna Efrînê metirsîdar in.

Peyamnêrê K24ê Ekrem Salih dîmenên gera yekemîn a hevbeş di navbera artêşa Amerîka û Tirkiyê de belav kir. Lê wî nikarî bêtir li deverê bimênin, ji ber ku leşkerên Amerîkî gotin romalkirin qedexe ye. Peyamnêrê me berê xwe da bajarê Minbic û rewşa bajêr ji nêz ve şopand.

Rewşa Minbicê aram û normal e, welatiyên Minbic dibêjin, em di aramiyê de dijîn û derbasbûna Tirkiyê bo çi deverên bakurê Sûriyê tê wateya ewê vegerin rojên despêka kirîza Sûriyê û rûdana şerekî nû li deverê. Ew ji vê yekê re ne amade ne.

Bajarê minbic di salên 2012 ta 2015de gelek qerbalix û şer dît, gelek grûpên çekar bi gelek navan ketin vî bajarî, dawiya wê DAIŞ bû. Metirsiyek xelkên Minbic ji derbasbûna Tirkiyê heye ku ezmûna Efrînê dubare bibe û kiryarên artêşa Tirkiyê û opozisyona Sûriyê li Minbic jî dubare bibin wek revandin û eşkencedana welatiyan, wêrankirin, dizî û talanî.

Gera artêşa Amerîkî û Tirkiyê di qonaxa yekemîn de li ser dirêjahiya 20 K.M an bi rê ve çû, ji bakurê gundê ondadat ta bi çemê Feratê ji aliyê rojhilat ve.

Encûmena Leşkerî ya Minbic û rêvebiriya Amerîkî tekez dikin, ev ger tenê dê li ser sînorê Minbic bin û ev yek ji sedema topbaranê gundewarê Kobanê û Girê Spî hat, ku hukûmeta Tirkiyê êdî gefên xwe ber bi rojhilatî Feratê ve vedughêze.

 

Fly Erbil Advertisment