Trump Îran li ber du riyan datîne
Trump: Hîn jî Amerîka amade ye, rêketineke giştî li gel Îranê bike, ku bi temamî riya berhemanîna çekên etomî li pêşya Taranê bigire, heger na, wê sizayên me li dijî Îranê berdewam bin.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Serokê Amerîka Donald Trump tekez kir, ku ewê sizayan li dijî Îranê berdewam bikin heya ku Hikûmeta wî welatî rêketineke nû derbarê pirsa etomî îmze bike, ku li ew rêketin li gel siyaseta Amerîka guncayî be û bi temamî riya berhemanîna çekên etomî li ber Taranê bigire.
Di daxuyaniyekê de, ku ji aliyê Koşka Sipî ve hatiye belavkirin, Trump dibêje: Em Rêjîma Îranê haydar dikin, ku pêwîst e dev ji bizavên berhemanîna çekên etomî berde û pêwîst e reftarên xwe yên wêrankir biguhere û rêzê li mafên gelê xwe bigire. Em bizavan dikin li gel hevpeymanên xwe ji bo van pirsan hevkar bin.
Trump tekez kir, ku hîn jî Amerîka amade ye, rêketineke giştî li gel Îranê bike, ku bi temamî riya berhemanîna çekên etomî li pêşya Taranê bigire, heger na, wê sizayên me li dijî Îranê berdewam bin.
N.O