Sibe Amerîka sizayên tund li ser Îranê disepîne

Sepandina qunaxa diwem a sizayên Amerîkî li lser Îranê, wê ji sibê ve destpê bike û Amerîka du bijarde li pêşya Îranê daniye, yan wê Taran pêbendî 12 mercên Amerîka bibe û yan jî wê rastî karesatên abûrî bê.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/48e98f88-faf3-4c8c-8bcd-fc1de9c81763/110418SNW.ism/manifest

K24 - Navenda Nûçeyan.

Sepandina qunaxa diwem a sizayên Amerîkî li lser Îranê, wê ji sibê ve destpê bike û Amerîka du bijarde li pêşya Îranê daniye, yan wê Taran pêbendî 12 mercên Amerîka bibe û yan jî wê rastî karesatên abûrî bê.

Wezareta Derve ya Amerîka diyar kir, ku heger Îran wan mercan bicî bike, wê Amerîka sizayan ji ser Îranê rake, lê heger bicî neke, wê ew siza berdewam bin û abûriya Îranê wê rastî kirîzeke dijwar bê.

Di beramber gefên Amerîka de, berpirsên Îranê tekez dikin ku ew ne danûstendinan dikin û nejî ji Amerîka ditirsin û dibêjin, ku sizayên Amerîkî nikarin ti bandorê li Îranê bikin.

N.O