Îran: Armancên Trump bicî nayên

Piştî çend demjimêran ji bicîkirina qunaxa diwem a sizayên Amerîkî li ser Îranê, Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ku sizayên Amerîkî tekalî ne û biser nakevin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Piştî çend demjimêran ji bicîkirina qunaxa diwem a sizayên Amerîkî li ser Îranê, Wezareta Derve ya Îranê ragihand, ku sizayên Amerîkî tekalî ne û biser nakevin.

Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî di kongirekî rojnamevanî de ragihand, ku armancên Donald Trump di vê cenga abûrî de bi riya sizadana Îranê, bi cî nayên û ev qunax wê bibe destpêka goşegîriyê ji Amerîka re li ser astê cîhanê.

Behram Qasimî got: Ji bilî cenga derûnî, ti bandoreke din ji sizayên Amerîkî re tine ye û bi giştî wê sizayên Amerîkî bi encamên berûvajî li ser Washingtonê vegerin.

Li gorî çavdêran, qunxa vê dawiyê ya sizayên Ameîrkî li ser Îranê, gellekî tund in û tê çaverêkirin ku ziyanên mezin li abûriya Îranê bikin.

N.O