Rûhanî ji Misilmanên cîhanê dixwaze li dijî Amerîka rawestin

Serokê Îranê Hesen Rûhanî di konfirasa Navdewletî de ya Yekîtiya Islamî li Taranê ragihand, ku welatên Rojava bi serokatiya Amerîka, li dijî ol û nifşên me yên dahatî ne.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Li gorî nûçeyeke ajansa Reutersê, serokê Îranê Hesen Rûhanî di konfirasa Navdewletî de ya Yekîtiya Islamî li Taranê ragihand, ku welatên Rojava bi serokatiya Amerîka, li dijî ol û nifşên me yên dahatî ne.

Rûhanî got: Du bijarde li pêşiya me ne, yan em mûkêta sor ji wan tawanbaran re raxin, yan jî em li dijî newekheviyê rawestin û ji bo Peyamber, Quran û Islama xwe dilsoz bin.

Rûhanî rexne li pêwendiyên Siûdiyê û Amerîka kir û got: Em karin berevaniyê li Siûdiyê bikin bêyî ku em daxwaza 450 milyar Dolar ji wî  welatî bikin.

N.O