Îran bersiva Amerîka da
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, derbarê tometên Amerîka ji welatê wî re, ku çalakiyên xwe yên berhemanîna çekên kîmawî bersiva Washingtonê da û got: Ev tomet metirsîdar e.
K24 - Navenda Nûçeyan.
Wezîrê derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf, derbarê tometên Amerîka ji welatê wî re, ku çalakiyên xwe yên berhemanîna çekên kîmawî bersiva Washingtonê da û got: Ev tomet metirsîdar e.
Mihemed Cewad Zerîf, di peyamekê de li ser Twitterê nivîsî ye: Tometên Amerîka derbarê berhemanîna çekên kîmawî ji aliyê Îranê ve, tometeke metirsîdar e.
Zerîf bi tundî bersiva Amerîka daye û dibêje: Di destpêkê de, Amerîka piştevaniya êrîşa kîmawî ya Iraqê bû li dijî Îran, lê piştre bi xwe êrîşî Iraqê kir.
Ev yek di demekê de ye, roja Pêncşema derbasbûyî Nûnerê Amerîka di civîna Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmawî de, Îran tometbar kir, ku çalakiyên xwe yên berhemanîna çekên kîmawî vedişêre.
N.O