Nivîskarên Kurd ji Platforma Zimanê Kurdî bi hêvî ne
Li gorî nivîskarên Kurd dibêjin; xebata ji bo Zimanê Kurdî xizmeteke neteweyî ye lê divê ev platform nebe amûra siyasetê da ku baweriya gel jê neyê şikestin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Wêjevan û nivîskarên Kurd, avabûna Platforma Zimanê Kurdî nirxandin. Li gorî nivîskarên Kurd dibêjin; xebata ji bo Zimanê Kurdî xizmeteke neteweyî ye lê divê ev platform nebe amûra siyasetê da ku baweriya gel jê neyê şikestin. Li gorî wêjevanên Kurd jî dibêjin; ji bo ku pêşî li xebatên navneteweyî were vekirin, hewcedarî bi siyaseteke Kurdewarî û polîtîkayên ku zimên bidin ferzkirin heye.
Platforma Zimanê Kurdî ku di meha Mijdarê de ji aliyê nûnerên 9 partiyên siyasî ve hat avakirin, di qada Zimanê Kurdî de jî hêviyên ku Zimanê Kurdî di rojevê de bimîne, xurt dike. Gelek nivîskarên Kurd ên li bakur jî di wê nêrînê de ne ku heger ev platform were bihêzkirin, dikare rê li pêşiya pişaftin û xwepişaftinê bigire. Nivîskar û wêjevan Dilawer Zeraq, ji bo Zimanê Kurdî gelek berhemên wekî ferhengên biwêj û matematîkê û romanên ku hêjayî xelatan hatine dîtin; tevlî xebatên Kurdî kiriye. Zeraq jî dibêje; heger ew avakarên platformê bixwe Kurdî li ser jiyana xwe ferz bikin, dibe ku sûda wê ji bo zimên hebe.
Wejevan Dilawer Zeraq ji K24ê re got: "Niha gelek siyasetmedarên Kurd bi Kurdî nizanin, yên ku dizanin jî bi Kurdî najîn. Dê gel çi bike? Qet nebe gel di mala xwe de bi zarokên xwe re bi hevalên xwe re hindik be jî kêm be jî xirabe be jî têkçûyî be jî bi Kurdî diaxive. Ne hemû lê em dikarin bibêjin li bakûr ji % 70 yê Kurdan hatine pişaftin."
Li gorî zimanzanên Kurd dibêjin; ji ber ku li bakur zimanê Kurdî ne zimanê perwerdehiyê ye û di dam û dezgehên fermî de nayê bikaranîn; bandora vê yekê her ku diçe di nav jiyana rojane û bazarê de jî xwe dide der û ev yek jî metirsiyê li pêşiya xwepişaftinê vedike. Hewila endamên platformê jî ew e ku hem ji bo perwerdehiyê, hem ji bo qadên fermî hem jî ji bo jiyana rojane nexşerêyekê amade bike. Nivîskar Saîd Veroj jî dibêje; em wekî nivîskar piştgiriya vê platformê dikin lê belê divê tu car hêviya xelkê ji vê platformê neyê şikestin naxwe dê car din bidestxistina vê baweriyê ne pêkan be.
Nivîskar Saîd Veroj dibêje: "Ji ber ku ziman malê neteweyê ye, divê her komên ku xwe wekî Kurd dihesibînin, bêyî hesab, ji bo Zimanê Kurdî xebatê bikin. Dema ku xebat jî were kirin, divê em pratîkên xwe yên borî jî li ber çavan bigirin. Pratîkên me yên borî çi ne? Em siyasetmedar, nivîskar, em Kurd bixwe xwedî gelek kêmasiyan in. Kêmasiya me ya herî mezin jî ew e ku em bi Zimanê Kurdî naaxivin û nanivîsin."
Platforma Zimanê Kurdî ya ji nûnerên HDP, DBP, PAK, PSK, OSP, PDK-Bakûr, PDK-Tirkiye, Partiya Mirov û Azadiyê û Hereketa Azadî pêk tê; di qada siyasî ya bakûr de bû rojeveke sereke. Lê li gorî nivîskar û wêjavan jî dibêjin; her çiqas ziman û siyaset girêdayî hev û din bin jî; hewcedarî zêdetir bi zimanzanan heye ku di nav platformê de cih bigirin da ku bikaribin hevsengiya ziman û siyasetê araste bikin.