Brîtanyayê li ser 12 kes û dezgehên girêdayî Îranê ceza kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hikûmeta Brîtanyayê hejmareke cezayên nû li ser kom û kesatiyên girêdayî Îranê sepand; bi tohmeta plankirina êrişên terorîstî û dabînkirina xizmetkariyên darayî ji bo têkdana tenahiya Brîtanyayê. Hevdem Londonê asta hişyariya terorê li welatê xwe ji bo pileya duyê ya herî bilind bilind kir.

Hikûmeta Brîtanyayê îro (Duşem, 11ê Gulana 2026ê) ragihand ku 12 kes û dezgeh xistine lîsteya cezayan, ku peywendiya wan bi Komara Îslamî ya Îranê re heye. Ev pêngav piştî komkirina belgeyan li ser tevlîbûna wan aliyan di çalakiyên dijminane û bizavên ji bo têkdana ewlehiya Brîtanyayê û welatên din ên cîhanê de tê.

Armanca herî diyar a van cezayan endam û hevparên wê torê ne ya ku hikûmeta Brîtanyayê wekî "tora tawankariyê" bi nav kiriye. Li gorî wê daxuyaniya fermî, ev tor ji aliyê Îranê ve tê piştgirîkirin û tevlî gefxwarin, plankirin û kirina êrişan li dijî kesatî û berjewendiyan li nav axa Brîtanyayê û derve jî bûye.

Ji bilî tora tawankariyê, cezayan gelek nivîsîngehên pereguheran û karakterên darayî jî vedigirin. Hikûmeta Brîtanyayê dibêje ku van dezgehan ji bo derbazkirina cezayan û veguhastina pereyan ji bo komên têkder alîkariya Îranê kiriye.

Li gorî wê daxuyaniyê, ceza ji van xalan pêk tên:

- Astengkirina hemî sermaye û darayiyên wan.
- Qedexekirina geştkirina ji bo Brîtanyayê.
- Rêgirtina li kirina her karekî bazirganî û îdarî.
Ev biryar piştî wê yekê tê ku meha borî polîsên Brîtanyayê lêkolîn li ser hejmareke êrişa "agirberdana bi merem" kiribû, ku navendên Cihûyan li Londonê kiribûn armanc. Guman tê kirin ku Tehran yan komên wê yên wekîl li pişt wan êrişan bûbin. Ev jî bû sedem ku dezgeha dijeterorê hişyariya tund bide.

Ji ber van pêşhatan, Brîtanyayê asta xeteriya terorê li welatê xwe ji bo pileya "Xeter" (Severe) bilind kir, ku ev bilindtirîn asta hişyariyê ya duyê ye. Polîs û wezîrên Brîtanyayê hişyarî da ku îhtîmala êrişên terorîstî ji ber desttêwerdana welatên biyanî, bi taybetî jî Îranê, pir zêde bûye.

Tevî van belgeyan jî, Îranê gelek caran tevlîbûna xwe di her pîlangêriyekê de li nav axa Brîtanyayê red kiriye, lê London tekez dike ku ew dê rêkarên tundtir ji bo parastina welatiyên xwe bi cih bîne.