Amerika: Îran rolek gemarî li heremê dilîze

Nûnerê Amerîka ji bo karûbarên Îranê radighîne, Îran sedemê ne aramiya Rojhilata Navîn e û piştevaniya 10 hezar mîlîsên Şîe li Sûriyê dike

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerê Amerîka ji bo karûbarên Îranê radighîne, Îran sedemê ne aramiya Rojhilata Navîn e û piştevaniya 10 hezar mîlîsên Şîe li Sûriyê dike.

Nûnerê Amerîka ji bo karûbarên Îranê Brian Hook di gotarekê de ragihand, Îran piştevaniya grûbên Hizbûlaha Libnanê, Hûsiyên Yemenê û çekdarên Talîban dike, mûşekan dide wan grûban û roleke gemarî li deverê dilîze.

Brian Hook ragehand jî, Îran û çekdarên wê gef in li ser Hêzên Amerîka li deverê û mûşekan dide Hûsiyên Yemenê, da ku Siûdiyê bikin armanc.

Hook diyar jî kir, divê piştevaniya wan grûbên çekdar bên rawestandin û ji ber çalakiyên Îranê di piştevaniya terorê de, Amerîka siza daniye ser nêzî 700 kesatî û aliyên Îranî.

 

 

C.B