Du ekterên Sûrî diramayê bi ciwanên Kurd didin nasîn

Du ekterên dirameya Sûrî li Hewlêra Paytext ligel beşek ji ciwanên hezkiriyên diramayê dest bi warkşopekê dikin.

 

K24 – Hewlêr

Du ekterên dirameya Sûrî li Hewlêra Paytext ligel beşek ji ciwanên hezkiriyên diramayê dest bi warkşopekê dikin.

Herdu ekterên Sûrî Welaa Ezam û Rîmî Sirmînî bi şêweyeke ekadîmîk gêncên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê li ser çawaniya lîstikên şano û diramayê perwerde dikin.

Ektera Sûrî Welaa Ezam li ser vê workşopê ji K24ê re got: “Êvar baş, em hatin Hewlêrê ji bo workşopeke diramayê ligel ciwanan encam bidin. Tiştên li cem min wek ektereke akademî bi wan bidin naskirin. Birastî ev serdana min ji bo gelekî girîng e, ji ber ku gelê Kurd xwedî şaristaniyeke dewlemend e û hevalên min yên Kurd jî gelek in, ji ber vê jî min xwast Hewlêrê bibînim.”

Beriya niha Welaa Ezam rola keçeke Kurd a êzîd di dirameyeke Erebî de pêşkêş kiribû. Li ser rola wê di wê diramayê de Welaa Ezam ji K24ê re got: “Mebesta min ji rola keçeka Kurd a Êzidî di dirameyeke Erebî de ew bû, ez peyama wan jinên ku rastî tundûtûjiyan bûne nîşan bidim. Erê ez bi Kurdî nizanim biaxim, lê bawer im min peyama keça Êzidî gihand, di heman demê de jî em wek jinên Sûrî gelek ji me bûne qurbaniyên vî tiştan.”

Xwediyê pêşniyaza vê workşopê Dilxwaz Pehlewî dibêje ev xula duyemîn a workşopê ye, lê  mebesta wan e sereke  encamdana dirameyeke Kurdî ye.