Demîrtaş îro careke din tê dadgehkirin
Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş îro careke din li Enqerê tê dadgehkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hevserokê berê yê HDPê Selahadîn Demîrtaş îro careke din li Enqerê tê dadgehkirin.
Dadgehkirina Demîrtaşî dê li Enqerê birêve biçe û 3 rojan berdewam bike. Hat zanîn, Demîrtaş dê di salona dadgehkirinê de cih bigre.
Demîrtaş di vê dozê de bi avakirin û rêvebirina rêxistina terorê tê tohmetbarkirin û ji bo wî heta 142 salan cezaya zindanîkirinê tê xwestin.
Meha bûrî Dadgeha Mafê Mirovan daxwaza azadkirina Demîrtaşî kiribû, lê hikûmeta Tikriyê red kiribû.
Herwiha Dadgeha Stenbolê jî cezayeke Demîrtaşî ya 4 sal û 8 mehan pesend kiribû.
S. B