Li 21 gundên Diyarbekirê derketina derve hate qedexekirin

Arteşa Tirkiyeyê li gundewarên Diyarbekirê dijî gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Arteşa Tirkiyeyê li gundewarên Diyarbekirê dijî gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh da destpêkirin.

Di derbarê mijarê de Parêzgeriya Diyarbekirê ragihand, di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de li 21 gundên bi ser bajarokên wekî Farqîn, Licê û Pasûrê derketina derve hatiye qedexekirin.

Parêzgeriya Diyarbekirê da zanîn, Qedexe dê heta fermaneke nû berdewam bike û divê welatî pabendî hişayariyê bibin.

 

S. B