Li Efrînê teqîn.. Kuştî û birîndar hene

Li nava bajarê Efrînê motosîkleke bombekirî teqiya û di encamê de hejmarek ji kuştî û birîndar çê bûn.

Li nava bajarê Efrînê motosîkleke bombekirî teqiya û di encamê de hejmarek ji kuştî û birîndar çê bûn.

Jêderekî ji Efrînê ji K24ê re got, îro demjimêr 8ê êvarê li nava bajarê Efrînê motosîkleke bombekirî li ser riya Raco li nêzîkî nanpêjgeha Ebû Îmad teqiya  di encamê de 6 kes hatin kuştin û nêzîkî 20 kesan jî birîndar bûn.

Wî jêderî da zanîn, ji nava qurbaniyan xortê Kurd Zekî Dêlî hat naskirin ku di teqînê de canê xwe jidesta da û yên din heta niha nehatine naskirin.

Amaje bi wê yekê kir, di nava kuştiyan kesên sîvîl û milîsên bi ser Tirkiyê ve hene. Herwiha di heman dema teqînê de, çekdaran gule bi ezmanê bajêr de berdan û rê li nav bajêr girtin.

 

Xortê di teqînê de bûye qurbanî Zekî Dêlî
Xortê di teqînê de bûye qurbanî Zekî Dêlî