Îran helwesta xwe ji vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê ragihand
Di yekem karvedana fermî ya Îranê derbarê vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê de, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, hebûna Amerîka li navçê pirseke şaş e û sedema derketina aloziyan e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di yekem karvedana fermî ya Îranê derbarê vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê de, Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî ragihand, hebûna Amerîka li navçê pirseke şaş e û sedema derketina aloziyan e.
Îro Peyvdarê Wezareta Derve ya Îranê Behram Qasimî li Telegram xwe nivîsî: “Hebûna Amerîka li navçê ji destpêkê ve pêngaveke şaş bû, sedema têkdana ewlehî û aramiya navçê bû.”
Herwiha dibêje: “Xwendina dîroka pêşveçûnên li navçê ji sedsala bûrî ve çespandiye ku hebûna hêzên biyanî li navçeya girîng û hestiyar û bi di bin bihaneyên cuda de, ji bilî derketina aloziyan, têkdana ewlehî û kûrkirina nakokiyan tiştek pêk neanî.”
Roja 19ê vê mehê, Serokê Amerîkayê Donald Trump biryar da ku hêzên Amerîka ji Sûriyê vekişe. Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, biryara Amerîka ya vekişînda ji Sûriyê dê bandoreke nerênî li operasyona li dijî DAIŞê bike.
Nêzîkî du hezar leşker û şêwirmendên Amerîkayê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hene, ku di şerê dijî DAIŞê de piştevaniya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dikin. Tirkiye jî li dijî hevahengiya Amerîka û YPG ye.
S. B