Kalin: Netanyahu nikare serokomarê me jî bêdeng bike
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin radigihîne, "Îsraîl nikare zordariya xwe û dagirkirina xwe veşêre û serokomarê me jî bêdeng bike."
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin radigihîne, "Îsraîl nikare zordariya xwe û dagirkirina xwe veşêre û serokomarê me jî bêdeng bike."
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu duhî gotibû: "Artêşa Tirkiyê li welatê xwe û derveyî welatê xwe, jin û zarokên Kurdan dikuje, Erdogan nikare şîretan bide Îsraîlê.”
Peyvdarê Serokomarê Tirkiyê Îbrahîm Kalin bersiva gotinên Serokwezîrê Îsrailê da û got: " Netanyahu yê ku di welatê xwe de rastî lêpirsînan hatiye, dixweze rojevê biguhêrîne, li hemberî zordarî û dagirkirinê nikare Serokomarê me bêdeng bike".
Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan berî du rojan Îsraîl bi dagîrkirinê û zordarikirinê tawambar kiribû.
S. B