Li Stenbolê ciwan xwe fêrî zimanê Kurdî dikin
Ji Diyarbekir heta Stenbolê di van demen dawîn de ji bo bikaranîna zimanê Kurdî gelek xebat hatin destpêkirin.
K24 – Stenbol
Ji Diyarbekir heta Stenbolê di van demên dawîn de ji bo bikaranîna zimanê Kurdî gelek xebat hatin destpêkirin, bi hevahengiya partiyên siyasî komele û dezgehên medenî. Li Stenbolê jî ji aliye HDPê ve li 11 navçeyên herî mezin dersên qursa zimanê Kurdî têne dayîn û eleqeyeke baş tê nîşandan.
Di van rojên ku ji ber axaftina bi Kurdî, welatiyên Kurd têne kuştin jî, xebat û lebatên li ser fêrbûna zimanê Kurdî her berdewam dikin. Ji aliyê HDPê ve li bajarê Stenbolê li 11 navçeyan kursa dersên zimanê Kurdî hatin destpêkirin. Pêşengiya van kursên bi Kurdî jî Komîsyona Çand û Hûnerê ya Bajarê Stenbolê dike. Di nava xwendevanên zimanê Kurdî de ne tenê Kurd di heman demê de welatiyên Tirk jî cih digirin. Yek ji wan jî Seda Yelkencî ye ku ji bajarê Rîzeyê ye. Ew dixwaze fêrî zimanê Kurdî bibe ji bo vê yekê jî beşdarî kursan bûye li navçeya Beşîktaşê da ku karibe çand û hûnera Kurdan fêr bibe.
Xwendevana Kursên zimanê Kurdî ji bajarê Rîzeyê Seda Yelkencî ji K24ê re got: "Silav hevalino, navê min Seda ye. Ez ji Rîzeyê me û dixwazim çanda Kurdî nas bikim. Lewma ez zimanê Kurdî hîn dibim."
Xwendekara Kursa Zimanê Kurdî ya ji Diyarbekirê Mizgîn Duruk dibêje: "Beriya ez bêm vê kursê min pir nizanibû binivîsim û pirtûkên bi Kurmancî bixwînim. Di nava malbata xwe de jî min nikaribû zêde biaxivim. Dema ez daxivîm henekê xwe bi min dikirin. Digotin, tû Kurdî lê nizanî xweş bi Kurdî biaxivî. Ez hatim vê derê Kurmanciya min baş bû û êdî ez dikarim binvisînim û pirtûkên bi Kurdî bixwînim."
Ji navçeya Beşîktaşê bêhtir, li Kadikoyê eleqeyeke zêdetir heye bo fêrbûna zimanê Kurdî. Li vir jî ji her bajarên Kurdistanê welatî hene û xwe bi rêya van kursan fêrî zimanê Kurdî dikin.
Alîşêr Gunay: "Bona ku em di malbatê de dikevin têkîliyê, kalkê xwe re pîrka xwe re dikevin têkiliyê me hevdû zêde fam nedikir ji bona wê ez hatim qursê. Min xwe berpirsiyar dît, zimanê me di ber qirkirina çandî de ye. Dixwazim fêr bibim û fêr bikim."
Ozlem Erbaş: "Ev saleke ez fêrî zimanê Kurdî bûm. Beriya wê min pê nizanibû. Di nava malbata min de bi Kurdî nayê axaftin. 30 sale em li Stenbolê dijîn. Em her tim bi Tirkî diaxivin. Min biryar da ku ez bi Kurdî biaxivim û Kurdî binivîsim."
Li gorî zimanzanên Kurd yek ji xetereya herî mezin ya li ser zimanê Kurdî bandora pişaftinê ye. Ji ber ku li bajarên mezin ên Tirkiyê ku serjimara Kurdan lê zîde ne, zimanê Kurdî di jiyana rojane de nayê bikaranîn, ev yek jî wê xetereyê hîn zêdetir dike. Piraniya ciwanên ku beşdarî van qursan dibin jî dibêjin di nava malbatê de zimanê Kurdî qet nayê bikaranîn. Ji loma wan berê xwe dane van qursan da ku pêşî li ber hûndabûna çand û zimanê Kurdî bigirin. Û bangê dikin ku her Kurdek divê li her cihî li zimanê xwe xwedî derkeve.