Peyamnêrê K24ê: Artêşa Sûriyê derbasî bajarê Minbicê nebûye
Peyamnêrê K24ê li Minbicê Ridwan Bêzar da zanîn, heta niha ti hêzeke rêjîma Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê nebûye, lê hêzên Sûriyê li nêzîkî Minbicê kom bûne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Peyamnêrê K24ê li Minbicê Ridwan Bêzar da zanîn, heta niha ti hêzeke rêjîma Sûriyê derbasî nav bajarê Minbicê nebûye, lê hêzên Sûriyê li nêzîkî Minbicê kom bûne.
Peyamnêrê me da zanîn, hêzên rêjîma Sûriyê li nêzîkî bajarê Minbicê di li navçeya di navbera çekdarên Mertala Firatê û hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê de belav bûne, lê hîna derbasî nava bajarê Minbicê nebûne.
Piştî biryara Serokê Amerîka Donald Trump a vekişîna ji Sûriye û Rojavayê Kuridstanê, artêşa Tirkiyê hêzên xwe derbasî navçeyên Mertala Firatê kirine û grûpên çekdar jî li nêzîkî Minbicê bicih kirine û hewl dide derbasî nava Minbicê bibin.
Peyamêrê me zanîn jî, hêzên Encûmena Leşkerî ya Minbicê û hêza Ewlehiya Hundirîn û Hêza Ewlehiya Leşkerî di nava bajarê Minbicê de ne. amaje bi wê yekê jî kir, xelkê Minbicê di wê hêviyê de ne hêzên rêjîma Sûriyê derbasî bajêr bibin û rê li ber êrîşên Tirkiyê bigire.
Ev pêşhat piştî wê yekê tê, duhî jî Fermandariya Giştî ya Artêş û Hêzên Çekdar ên Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihandibû, yekîneyên ji artêşa Sûriyê derbasî gundewarê Minbicê bûne û ala Sûriyê li wê derverê hildane.
Ji aliyê xwe ve, Peyvdara Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Cîhan Şêx Ehmed ji ajansa “Sputnik” a Rûsî re ragihandibû, ew bi hikûmeta Sûriyê re kar dikin ji bo rê li ber derbasbûna hêzên Tirkiyê nava Minbicê re bigirin. Herwiha da zanî, rêkeftina wan bi rêjîma Sûriyê bo navçeyên rojhilatê Firatê jî dibe û ew û hikûmeta Sûriyê wek malbatekê ne û ew dikarin pirsgirêkên naxweyî bêyî destêwerdana derveyî çareser bikin.
Herwiha, Fermandariya Giştî ya Yekîneya Parastina Gel (YPG) bang li hikûmeta Sûriyê kir ku bajarê Minbicê ji gefên Tirkiyê biparêze û hêzên xwe bişîne wî bajarî. Herwiha diyar kir, ti hêzên YPGê li Minbicê tune ne û ew ber bi rojhilatê Firatê vekişiyane.
Lê ji aliyê din ve peyamnêrê K24ê da zanîn, Hevpeymaniya Navdewletî diyar kir, hêzên leşkerî hîna li Minbicê ne û ti guhertin li ser erdê çê nebûne.
Peyamnêrê me da zanîn, tê pêşbînîkirin ku piştî çend demjimêran bajarê Minbicê bi temamî radestî hikûmeta Sûriyê were kirin, ku hêzên artêşa Sûriyê li devera Erîmah 20 K.M li rojavayê Minbicê dikeve.
S. B