Çandiniya Pembû li Rojavayê Kurdistanê ber bi nemanê ve diçe: Keda cotkaran vala diçe
Navenda Nûçeyan (K24) – Çandiniya pembû ku berê wekî "zêrê spî" yê herêma Cizîrê û Sûriyeyê dihat nasîn, di van salên dawî de bi rengekî berbiçav daketiye û ber bi nemanê ve diçe. Cotkarên herêmê tekez dikin ku ji ber buhabûna mazot, derman û semadê, çandina pembû bûye xisareke mezin. Pisporên çandiniyê jî hişyariyê didin ku nebûna nirxekî diyar û piştevaniya pêwîst, cotkaran neçarî destberdana vî karî dike.
Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên ser bi parêzgeha Hesekê, rûberên ku pembû lê tê çandin sal bi sal kêm dibin. Li gorî çavdêriyan, eger berê piştî dirûna genim piraniya zeviyan bi pembû şên bibûna, îro ji Qamişloyê heta piştî Amûdê tenê çend perçeyên biçûk ên pembû li ber çavan dikevin.
Cotkar Ebdilrehman Welîka, ku çend meh in bi keda xwe zeviyên pembû av dide û derman dike, derbarê rewşa îsal de dibêje ku tevahiya keda wan bê encam maye û berhemê îsal tenê ziyan bûye.
Welîka dibêje: "Hemû tişt buha ne; tov, semad û kirêya traktorê gelekî giran bûye. Îsal mazot pir buha bû, me tankera wê bi 17 hezar û 500 dolaran kirî. Em bi temamî ketine nav kêşeyekê û gelek zehmetî dikişînin. Em çiqasî hisab dikin xisar dernakeve. Heke rewş bi vî rengî bidome, em ê neçar bibin ku dest ji vî karî berdin."
Ji ber ku çandinî tekane jêdera debarê ya van malbatan e, cotkar bêçare mane û ji ber nebûna piştgiriyê neçar dibin berhemê xwe bifroşin bazirganên sûkê, bazirgan jî keysbaziyê dikin û nirxê pembû dişkînin.
Endezyarê Çandiniyê Azad Oso da zanîn, di salên berê de ji serê her donimekê heta 500 kîlo berhemê bikalîte dihat wergirtin, lê belê ji ber kêmavdan û kêmkaranîna semadê, kalîteya berhemê îro pir ketiye.
Oso bal kişand ser kêşeya sereke ya firotina berhemê û got: "Nirxekî sabit ji bo wergirtina pembû ji cotkaran tune ye. Di heman demê de cihekî fermî yê diyarkirî nîne ku cotkar berhemê xwe rasterast radestî wan bike. Dema ev derfet nebin, cotkar rûbirûyî xisareke mezin dibin."
Li gorî amarên Wezareta Çandiniyê ya Sûriyeyê, tê pêşbînîkirin ku nerhemanîna pembû ya îsal li seranserê Sûriyeyê tenê bigihêje derdora 79 hezar tonî. Ev hejmar diyardeyeke metirsîdar e ji ber ku beriya sala 2011an, berhemanîna pembû gihîştibû heta 800 hezar tonî û Sûriyeyê ji sedî 8.3yê berhema pembû ya cîhanê pêk dianî.
Nebûna piştevaniya hikûmetê, bilindbûna nirxê sotemeniyê û buhabûna pêdiviyên çandiniyê, bûne sedem ku cotkar êdî nikaribin berhemê xwe biparêzin, ev yek jî metirsiya jinavçûna yekcarî ya vê çandiniya stratejîk li pey xwe tîne.