Apê Celal 30 sal in xwedî li ajalên kolanan derdikeve

Kalemêrekî 88 salî, her roj serê sibê li kûçe û kolanên Stenbolê bi ereboka xwe digere û xwarin li ajalên bêxwedî belav dike.

 

K24 – Stenbol

Kalemêrekî 88 salî, her roj serê sibê li kûçe û kolanên Stenbolê bi ereboka xwe digere û xwarin li ajalên bêxwedî belav dike. Celal Arslanê ku ev 30 sal e zikê ajalan têr dike, birîna gelek ajalan jî derman dike. Di rojên sir û seqem de jî kalê ajalhez dev ji xweytiya ajalan bernade.

Di bin barîna berfê de kalemêrêkî 88 salî bi destê xwe goşt hûr dike lê ne ji bo firotin an jî ji bo mala xwe, ji bo ajalên bêxwedî. Celal Arslanê ku xelkê Dêrsimê ye tevî hewaya sir seqemê her roj zû da şiyar dibe, goştên ji qesaban distîne, ji hestiyan vediqetîne piştî karê hûrkirinê li ereboka xwe bar dike û bi rê dikeve.

Apê Celal bi ereboka xwe li kuçe û kolanên Stenbolê digere bi destê xwe goşt li ajalan belav dike da ku heywan ji birçîna nemirin.

Ajalhez Celal Arslan ji K24ê r got: “Dema ez ajalek birçî dibînim, gelek xemgîn dibim. Zimanê ajalan tune ku bibêje ez birçî me. Pêwîst e em xwedî li ajalan derkevin çimkî yek wesfê însan jî ev e ku bibe kesek merhemet. Ev 30 sal e ez xweytiya ajalan dikim. Carna ji ber berfê rê bê girtin jî rêya ku heywan lê kom dibin paqij dikim da ku bi rehetî werin xwarin bixwin.”

Kalê xêrxwaz, ligel xweytîkirina pisîk, kûçik û qaqlîbazan birîn an jî nexweşiya ajalek jî hebe bi destê xwe derman dike.

Celal Arslan dibêje: “Qaqlîbazên piyê wan hatine girtin, çengela bi serê şokan ve min di devê qaqlîbazan de dît paşê mine w xelaskirin. Rojek min kûçikek birîndar dît min ew anî dikana xwe birîna kûçikê derman kir. Demek min li dikana xwe xweytiya wê kir. Li pişt van bircan çend kûçik hene derî ser wan de hatine girtin dûv re min axa binê deriyê kola da ku bi rehetî xwe bigihînim van ajalan xwarin li wan belav bikim. Heta ku ez bigihîjim wir mixabin çend kûçik miribûn.”

Ji ber xweytîkirin û hezkirina ajalan car carna tehde jî li mamê 88 salî tê kirin. Celal Arslan dibêje: “Goştên ez belav dikim hin kes hene ji erdê radike diavêje ser çavê min û bi pehna xwe li kûçik xist. Piştre çêrî min jî kir. Mixabin kesên wiha jî hene. Tehdeyên li ser min ne yek ne dudo ya wê dawî jî nebe. Ji min re dibêjin piştî ku te dest bi xweytîkirina ajalan kir, gelek kûçik li derûdora parkê kom dibin. Lê her çi bibêjin jî ez ê vî karî bidomînim.”

Ji ber birçîna mirina gelek ajalan dilê Apê Celal êşandiye loma tevî tehde û gotinên giran jî ew dev ji vî karî bernade.