Hêjmara Min rêkarên nû bo parvekirina kartên bankî ragihandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Tîma projeya Hêjmara Min bi fermî çareseriyek ji bo arêşeya dûriya navendên wergirtina kartan ragihand û diyar kir ku, ji îro pê ve mûçexur û xanenişîn dikarin li nêzîktirîn bankên hikûmî kartên xwe wergirin. Ev pêngav wekî pare ji parastina mafên darayî yên welatiyan tê dîtin, daku rê li zirara demî û westandina zêde bê girtin.

Projeya "Hêjmara Min" îro (Sêşem, 21ê Nîsana 2026ê) ragihand, “Hejmareke endamên projeya Hêjmara Min, bi taybetî xanenişînan, pirsgirêk hebû ku ji bo wergirtina kartên xwe yên bankî neçar bûn serdana cihên dûr bikin tevî ku bankên nêzîktir ji bo wan hebûn. Ev pirsgirêk hat çareserkirin û ew kes dikarin bi du rêyan kartên xwe li wan bankên ku nêzîkî wan in werbigirin.

Rêveberiya projeyê daxwaz ji mûçexur û xanenişînan dike ku serdana nêzîktirîn bankên hikûmî bikin, daku kartên xwe li wan deran werbigirin; tenê pêdivî ye çend rojan li bendê bin heta ku karta wan dighîje wê banka ku daxwaz lê pêşkêş kiriye. Ev rêkar wekî parek ji parastina mafên fermanberan hatiye diyarkirina, daku rastî tu zirarên demî û darayî neyên.

Hêjmara Min ragihandiye ku welatî dikarin li bendê bin heta ku nameyek (SMS) digihîje wan, ji ber ku tîmên Hêjmara Min bi xwe niha çareserkirina vê arêşeyê girtiye ser milê xwe û di dema bê de, hemî kartan li gorî nêzîktirîn cihê mûçexuran li bankên hikûmî parve dikin.

Herwesa behsa wê yekê jî hatiye kirin ku sedema rûdana vê pirsgirêkê ew e ku dema kesek li bajarekî cuda ji bajarê xwe kar dike, lê piştî ku xanenişîn dibe vedigere bajarê xwe.