Li Kerkûkê şofêrên taksiyan ji ber kêmbûna sotemeniyê derketin xwepêşandanê

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Kerkûkê bi dehan şofêrên taksiyan ji ber kêmbûna gaza şil (LPG) û kêmkirina pişka benzînê, xwe pêşan dan û nerazîbûna xwe anîn ziman.

Şofêrên taksiyan li Kerkûkê, îro 22ê Nîsanê ji ber nepeydakirina gaza şil (LPG) û kêmkirina mîqdara benzînê ya ji bo wan hatî diyarkirin, daketin kolanan. Şofêr balê dikşînin ser wê yekê ku zêdetirî 20 roj in li westgehên hikûmî gaz nayê dabeşkirin, ev yek jî bûye sedema zerareke mezin ji bo bîjîvî û karê wan.

Şofêrekî beşdarî xwepêşandanê bûye ji Kurdistan24ê re ragihand: "Em 20 roj in gazê wernagirin. Li westgehên taybet gaz heye, lê çima hikûmet dabeş nake? Li hemû parêzgehên din gaz heye, tenê li Kerkûkê tune ye. Rêveberiya Trafîkê em neçar kirin ku em otomobîlên xwe bikin sîstema gazê, lê niha gaz nayê peydakirin."

Şofêrekî din diyar kir, pişka benzînê ya ku ji bo wan tê dayîn gelekî kêm e û got: "35 lître benzîn besî 24 saetan nake. Şofêr hene rojane 50 heta 60 lître benzîn dişewitînin, lê tenê 35 heta 50 lîtreyan didin me. Berê gaza me hebû û pirsgirêka me tunebû, lê niha gaza Kerkûkê dişînin başûrê Iraqê."

Şofêrên Kerkûkî daxwaz dikin ku westgehên wekî "Mentûcat" û "Cebel Bor" 24 saetan vekirî bin, da ku krîza sotemeniyê bidawî bibe. Ew tekez dikin ku eger pirsgirêka wan neyê çareserkirin, ew ê çalakiya xwe berdewam bikin, ji ber ku karê wan sekiniye û nikarin debara malbatên xwe bikin.