Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Ajalvaniyê: 125 kompanî û 300 marke beşdar in
Diyarbekir (K24) – Pêşangeha Çandinî û Ajalvaniyê ya 17. Ya Diyarbekirê bi beşdariya pisporên qada çandinî û kompaniyên çandiniyê dest pê kir. Di pêşangehê de derbarê pirsgirêkên qada çandiniyê de nirxandin tên kirin û berhemên qada çandiniyê tên pêşandan. Rayedarên dewletê balê dikêşin ku Diyarbekir di qada çandiniyê de bajarek dewlemend û navbang e.
Li Diyarbekirê Pêşangeha Çandinî û Ajalvaniyê ya 17. li navenda Kongre û Pêşangehan a Mezopotamyayê deriyên xwe vekir. Di pêşangehê de 125 kompanî û ji 300î zêdetir marke bi berhemên xwe beşdar in. Di rêrisme vekirina pêşangehê de bal hate kêşan Diyarbekirê di warê çandiniyê de di cîhanê de bi nav û deng e û hewl tê dayîn ku ev dewlemendiya Diyarbekir were parsatin û were pêşxistin.
Gerînendeyê Daristan û Çandiniya Bajêr a Diyarbekirê Adil Alan ji K24ê re got: “6 milyon û 500 hezar erdê me yê bo çandiniyê heye ji vî jî 4 milyon û 220 donim erdê tê avdan heye, em di warê hilberîna genim de em rêza sêyem de ne, hilberîna nîsk de em rêza duyem de ne, di hilberîna pembu de em rêza duyem de ne, 17 hezar û 444 gamêşê me hene ku piştî bajarê semsunê em rêza duyem de ne, birincê me yê qerejdaxê heye em dixwazin bi hemu cîhanê bidin nasîn.”
Nûnerên cotkaran di pêşangehê de bal kêşandin ser pirsgirêkên qada çandiniyê û hişyarî dan ku ji ber bihabunê lêçun zêde dibin û dahat kêm dimîne ku ev yek dibe sedem di pêşerojê de di qada çandiniyê de qeyranek ciddî rû bide.
Serokê Yekîtiya Jûrên Çandiniyê yê Rojhilatê Başûr Mehmet Cevat Delîl dibêje: “Ji bo ku cotkar û ajalvan gund de bimînin divê berhemên wan pere bikin, êm buha ye, gubre buha ye, derman buha ye, wezaret dibêje ezê piştgiriya darayî bidim. Eger piştgirî neyê dayîn dê cotkar jig undan koçî bajaran bikin.”
Li gorî daneyên yekîtiya jurên çandiniyê, di nava 2 salan de 3 hezar cotkaran dest ji cotkariyê berdane û di pêşangehê de daxwaz hat kirin ku çareseriyek bo vê rewşê were dîtin.