Biro: PYD agahdar bû ku Tirkiyê dê derbasî Minbicê bibe
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Ibrahim Biro beşdarî bernama “Rojev” a K24ê bû û li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkî û gefên Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê ragihand, PYD ji rêkeftina Amerîka û Tirkiyê agahdar e ku Tirkiye dê derbasî Minbicê bibe.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKS Ibrahim Biro beşdarî bernama “Rojev” a K24ê bû û li ser biryara vekişîna hêzên Amerîkî û gefên Tirkiyê li hember Rojavayê Kurdistanê ragihand, PYD ji rêkeftina Amerîka û Tirkiyê agahdar e ku Tirkiye dê derbasî Minbicê bibe.
li ser helwesta Rûsyayê Îbrahîm Biro got: Aşkere ye Rûsya li aliyê rêjîma Sûriyê ye û dixwaze ew vegere ser tevahiya xaka Sûriyê. Pêwendiyên Rûsya û Tirkiyê li Astanayê ber hev hatin. Amerîka xwast jî wê pêwendiyê lawaz bike. Bi vê vekişandina hêza Amerîkayê, metirsî li cem Rûsya çê bû ku Tirkiye derbasî xaka Sûriyê bibe û zû dernekeve. Ti pirsgirêk li cem Rûsya nîn e ku Tirkiye derbas bibe û zû vegere, lê ew di wê metirsiyê de ye ku Tirkiye zû dernekeve. Loma Tirkiye destvala ji Minbicê dernakeve.
Li ser pêwendiyên Amerîka û Tirkiyê jî got: Amerîka ji her demekê bêhtir dixwaze Tirkiye li aliyê wê be û neçe bereya Rûsyayê. Amerîka gelek xelat didan Tirkiyê, lê Amerîka ji dema şerê Minbicê û ta bidawîbûna şerê Reqayê Tirkiye agahdar dikir ku nabe şerê YPG bike û nabe şerê PKK li Qendîlê jî bike. Brett McGurk berî du salan ev yek ji şanda ENKSê ya li Washingtonê re gotiye.
Aşkere kir jî: Herwih McGurk ji şanda ENKSê re got, piştî şerê Reqayê hin rêkeftinên Amerîka û Tirkiyê li ser Minbicê hene û PYD jî ji wê agahdar e, ku nabe Kurdek li Minbicê bimîne û Tirkiye dê derbasî wê bibe.
Biro hişyarî li ser rewşa Minbicê û rojhilatê Firatê da û got: Tirkiyê mîlîşya ji bo derbasbûna Minbicê amade kirine wek çawa li Efrînê kiriye. Herwiha rêjîma Sûriyê mîlîşya ji bo derbasbûna Minbicê amade kirine. Di vê rewşa niha de Kurdistana Sûriyê di metirsiyeke mezin de ye û heger kîjan alî derbas bibe, dê karesatên mezin rû bidin. Ji ber wê em wek ENKSê bi hemû aliyan re di pêwendiyan de ne da ku şerek li deverê çê nebe.
Li ser rol û karê ENKSê di vê qonaxê de Biro got: Divê ne tenê partiyên Kurdî, lê divê partiyên Kurdistanî jî ji PYDê re bibêjin ku Kurdistana Sûriyê nekin qurbaniya PKK. Em wek ENKS li ser erdê ne çek di destê me de ye û ne îdare di destê me de ye. Em li derve karekî dikin ku şer li vê deverê çê nebe. Di heman demê de jî divê PYDê guhartineke mezin bike, da ku ev dever ji şer bê parastin.
Herwiha got: Amerîka û Ewropa ji rêveberiya li Kurdistana Sûriyê xwast ku xwe nêzîkî opozîsyonê bike û danûstandina siyasî bike. Amerîka ji piştî şerê Reqayê xwast ku PYDê gelek guhartinan bike, lê mixabin PYDê nekir. Fransa bi xurtî hat ser xetê ku çawa PYDê têxin nava komîta destûrî a Sûriyê, lê dîşa PYDê tiştê di serê xwe de kir.
Li ser pirsa derbasbûna Pêşmergeyên Rojava Biro da zanîn: Amerîka ji dawiya sala 2014an de hewl dide ku Pêşmergeyên Roj derbasî Kurdistana Sûriyê bike, lê Rêveberiya Xweser qebûl nedikir. Amerîka bi zelalî ji me re digot ku niha em şerê DAIŞê dikin, loma em nikarin fişareke mezin PYD û YPGê li wan bikin.
Endamê Komîteya Pêwendiyên Derve yê ENKS tekez kir: Heger Pêşmergeyên Roj derbasî bûba û ENKSê karîba karê xwe yê siyasî li hundir kiriba û rengê vê rêveberiyê hatiba guhartin, ew bihaneyên Tirkiyê nediman ku derbasî Kurdistana Sûriyê biba.
S. B