Alî Fikrî Işik: Pêdivî bi Tirkiyê li Sûriyê nemaye
Şirovekarê siyasî Alî Fikrî Işik di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand: Tirkiye dest vala ji Rûsyayê vegeriya, diyar bû ku piştî vekişîna Amerîka ji Sûriyê, êdî pêdivî bi Tirkiyê li Sûriyê nemaye.
K24 – Navenda Nûçeyan
Şirovekarê siyasî Alî Fikrî Işik di bernameya “Rojev” a K24ê de ragihand: Tirkiye dest vala ji Rûsyayê vegeriya, diyar bû ku piştî vekişîna Amerîka ji Sûriyê, Rûsya û Îranê rê nadin Tirkiye derbasî Sûriyê bibe.
Got jî, Li gor peymana Astanayê jî êdî divê ku Tirkiye xwe vekişîna nava sînorê xwe. Ji ber ku hebûna Tirkiyê bi hebûna Amerîka ji Rûsya û Îranê re watedar bû.
Duhî şandeke bilind a Tirkiyê ku ji Wezîrê Derve Mewlût Çawîşoglu, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Serokê MÎTê Hakan Fîdan û Nûnerê Taybet ê Serokomarê Tirkiyeyê pêk hatibû ji bo wergirtina piştgiriyê ji operasyoneke li Rojavayê Kurdistanê serdana Rûsyayê kiribû.
Piştî civînê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu: " Rusya Tirkiye û İran ji bo çareserkirina krîza Sûrîyê ya siyasî, dê di nav hevagengiyê de bin."
Alî Fikrî Işik li gefên Tirkiyê yên li dijî Rojavayê Kurdistanê got: Tifaqa Cumhur ya AKP û MHP li ser wê bingehê hatibû avakirin ew bû, ku cîhan dixwaze bi darê zorê Kurdistanekê ji Kurdan re ava bike. Ew jî dibînin, heger Kurdistan li Rojhilata Navîn were avakirin, Tirkiye di nava xeternekeke mezin de ye, loma ew tifaq hat.
Li ser belensa Tirkiyê a di navbera Amerîka û Rûsyayê de got: Ti peyman û rêkeftin di navbera Amerîka û Kurd de nîn e, li aliyê din Amerîka û Tirkiye hevpeymaniyê hev yên stratejîk in û gelek peyman di navbera wan de hene, aloziya di navbera wan de çendî giran be jî têkiliyên wan qut nabin. Tirkiyê carekê li aliyê Rûsyayê li hember Amerîka radiwestî, cara din li aliyê Amerîka xwe nîşan dida, dixwaze sûdê ji wê yekê bibîne û derbasî Sûriyê bibe.
Derbarê siyaset Tirkiye a hundirên de jî Ali Fikri Işik got: APK ji 2013an de li dijî Kurd siyaseteke hundirîn dariştiye. Berî hilbijartinên Herêmî jî AKP dê her tim vê mijarê ji bo berjewendiyên xwe bîne rojevê.
Li ser egera derbasbûna Tirkiyê bo Minbic û Rojavayê Kurdistanê Ali Fikri Işik got: Nayê zanîn ji ber çi Amerîka biryara vekişîna hêza ji Sûriyê daye. Lê Rûsya û Îranê rê nadin Tirkiye derbasî xaka Sûriyê bibe û ev bixwe li dijî peymana Astana ye jî.