Efrîn.. Çekdaran 1500 teneke zeyt ji guvaşgehekê dizîn

Li Efrînê grûpeke çekdar bi zorê çek dikevin guvaşgeheke zeytê û 1500 tenekeyên zeytê û 2 milyon Lîreyên Sûrî û telefonên karkerên guvaşgehê didizin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê grûpeke çekdar bi zorê çek dikevin guvaşgeheke zeytê û 1500 tenekeyên zeytê û 2 milyon Lîreyên Sûrî û telefonên karkerên guvaşgehê didizin.

Rêxistina Mafên li Efrînê belav kir, duhî grûpeke ji zêdetir ji 20 çekdaran bi çekan ketin guvaşgeha zeytûnan a Şêx Hesen ya li deşta Kitix û hemû karker bi amûreyên guvaşgehê ve girê dan û 1500 tenekeyên zeytê, 2 milyon Lîreyên Sûrî, telefonên karkerên guvaşgehê û kombiyoterekê dizîn.

Da zanîn jî, beşek ji tenekeyên zeytê yên hatine dizîn ber bi navçeya Şiyê ve hatin birin û beşeke din jî ber bi navçeya Raco ve hatin birin û di komgeheke li aliyê Raco de hatin danîn.

Diyar kir jî, ji wê grûpa çekdar, Ebû Zafir, Ebû Mihemed El-Humsî û kesekî bi navê Kemal hatin naskirin.

Wê rêxistinê da zanîn, ew guvaşgeh dikeve navbera rêbenda Ehrara El-Şerqiye û rêbenda grûpeke Sultan Silêman Şah “Emşat” û ew guvaşgeh ji aliyê kesine ji navçeya Babê hatibû kirîkirin.

Niha li Efrînê dema çinîna zeytûnan û berhemanîna zeytê ye, grûpên çekdar ji bilî destdanîna ser bi sed hezaran darên zeytûnê yên xelkê Efrînê, car caran jî bi zorê çekê dikevin guvaşgehên zeytûnan û tenekeyên zeytê yên xelkê didizin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment