Girîngtirîn bûyerên 2018 ên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê
Tirkiye salek tije aloz û şer li pişt xwe dihêle. Li Tirkiyê di sala 2018an de ji operasyona Efrînê heta desteserkirina hezaran welatiyan û ji derbasbûna sîstema parlemanteriyê bo sîstema serokatiyê, gelek bûyerên cidî rû dan. Ji rewşa tevlîhev a Tirkiyê wisa xuya dike, bandora neyînî ya bûyerên 2018an dê di sala 2019an de jî berdewam bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Tirkiye salek tije aloz û şer li pişt xwe dihêle. Li Tirkiyê di sala 2018an de ji operasyona Efrînê heta desteserkirina hezaran welatiyan û ji derbasbûna sîstema parlemanteriyê bo sîstema serokatiyê, gelek bûyerên cidî rû dan. Ji rewşa tevlîhev a Tirkiyê wisa xuya dike, bandora neyînî ya bûyerên 2018an dê di sala 2019an de jî berdewam bike.
2018 ji bo Tirkiyê wekî salên berê, sala aloziyan bû. Dervayî sînor şer, nava sînor jî girtin û dadgehkirin hebû.
12 / 1 Hevserokê berê yê HDPê Selahatîn Demîrtaş piştî 2 salan, cara yekemîn derket pêşiya dadgerî.
20 / 1 Di meha Çile de yek ji wan bûyerên girîng jî operasyona Efrînê bû. Arteşa Tirkiyeyê bi 72 firokeyên êrîşê Efrînê kir. Di navbera Arteşa Tirkiyê û YPGyê de şer û pevçûnên tund rû dan.
18 / 3 Operasyonê 2 mehan berdewam kir û di 18ê Adarê de Efrîn hate dagîrkirin.
17 /5 Komkûjiya Roboskiyê yek ji wan birîn û êşa mezin a Kurdan e ku di encama bomberana firokeyên Tirkiyê de 34 kes hatibûn kuştin. Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji ber bêxemî û bêkêriya HDPê ev doz red kir.
24 / 6 Digel nêzikbûna Havînê siyaset jî germ bû û Tirkiye di bin siya şer û rewşa awarteyê de çû hilbijartinan. Erdogan careke din serket û desthilata Tirkiyeyê bidestxist.
9 / 7 Tirkiye bi awayek fermî derbasî sîstema seroktiyê bû û sîstema nû desthiltdariyeke gelek berfireh ji Erdoganî re anî.
18 / 7 Piştî hewla derbeya leşkerî, Tirkiye 2 sal bi rewşa awarteyê hate birêvebirin. Di 18ê Tirmehê de dawî li vê pêvajoyê jî hat. Lê li gor partiyên opozîsyonê rewşa awarte berdewam dike.
25 / 7 Li Tirkiyeyê yek ji wan bûyerên ku di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de bûbû sedema krîzê azadnekirina Keşe Andrew Brunson bû.
26 / 7 Ji ber ku welatiyên wan nehat azadkirin, Serokê Amerîkayê Donald Trump gef li Tirkiyê xwar. Piştî gefên Trump Lîreya Tirkî ji nişka ve nirxê wê li beramberî Dolar kêm bû û aboriya Tirkiyê bi aloziyeke cidî re rûbirû ma.
17 /9 Pirsa Îdlibê jî di nava salê de gelek hate gengeşekirin, lê bi rêkeftina Tirkiye û Rûsyayê rê li ber operasyoneke dijî wî bajarî hate girtin.
2 / 10 Kuştina Rojnamevan Cemal Kaşikçi jî ne tenê bûyereke girîng a Tirkiyê, dikare bibe yek ji wan bûyerên herî girîng a cîhanê. Ji kuştina Kaşikçi jî berpirsên Siûdiyê tên tohmetbarkirin.
12 / 10 Piştî gef û zextên Amerîkayê Tirkiye neçar ma Keşe Andrew Brunson azad bike. Keşe yekser çû cem serokê xwe.
20 / 11 Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê ji bo Demîrtaş biryareke girîng da û daxwaza azadiya wî kir. Lê hikûmeta Tirkiyeyê ev daxwaz red kir. Demîrtaş heta niha jî zindanî ye.
12 / 12 Tirkiye ji şerî têr nebû û piştî Efrînê berê xwe da rojhilatê Firatê û gefa operasyoneke nû xwar.
19 / 12 Lê biryara vekişîna Amerîkayê ya ji Sûriyê bandoreke mezin li ser hevsengiyên wî welatî kir.
21 / 12 Erdogan ev biryar bi keyfxweşî pêşwazî kir û operasyona dijî rojhilatê Firatê bi awayek demkî sekinand. Lê niha amadekariya operasyoneke berfirehtir dike.
28 / 12 Di dawiya salê de Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bêkêrî û kêmasiya xwe qebûl kir û ji ber doza roboskiyê rexne li xwe girt.
Herkes hêviya aramê xweşiyê ji sala 2019an dike. Lê wisa xuya dike ku bandora bûyerên cidî yên 2018 dê di sala nû de jî berdewam bike.