Partiyên Kurdistanî: Hêvîdar in 2019 bo yekîtiya netewî be

Serok û rêveberên Partiyên Kurdistanî, sala 2018'an nirxandin û hêviyên xwe ji bo sala 2019'an ragihandin.

K24 – Diyarbekir

Serok û rêveberên Partiyên Kurdistanî, sala 2018'an nirxandin û hêviyên xwe ji bo sala 2019'an ragihandin.

Serokê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Tirkiyeyê Memhet Emîn Kardaş, Serokê Giştî yê Partiya Komînîst a Kurdistanê Sînan Çîftyurek û Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Sostalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel da zanîn ku sala 2018'an ji bo civaka Kurd saleke nebaş bû û hêviya wan jî ew e ku sala 2019'an ji bo yekîtiya neteweyî ya Kurdan bibe destpêkek da ku nijada Kurd di qada cîhanê de nirxê xwe biparêze.