Malbateke Efrînî daxwaza diyarkirina çarenivîsa kurê xwe dike

Grûpên çekdar ên li Efrînê 5 meh in ciwanekî Efrînî revandine û li gor malbata wî, heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpên çekdar ên li Efrînê 5 meh in ciwanekî Efrînî revandine û li gor malbata wî, heta niha çarenivîsa wî nediyar e.

Ciwanê Kurd ê Efrînî Ehmed Gulexeyrî ku roja 14 Tîrmeha 2018an ve ji aliyê grûpên çekdar ve hatiye revandin, heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbata Gulexeyrî nameyek arasteyî rêxistinên sivîl û mirovî kirin û daxwaza alîkariyê ji wan kirin, ta sedema girtina kurê wan bê naskirin û çarenivîsa wî bê diyarkirin.

Birayê Ehmed, Enes Gulexeyrî ji K24ê re got, li Efrînê bi hezaran xort û keçên Kurd tên girtin û grûpên çekdar li hember azadkirina wan daxwaza pereyan dikin, lê ji bo Ehmed ti grûpekê pêwendî bi wan re nekiriye û daxwaza pereyan jî ji wan nekiriye.

Ehmed Gulexeyrî 25 salî ye, kolêja yasayê li zanîngeha Helebê dixwend, piştî şer li Helebê di 2012an de destpê kir hat Efrînê û beşê Wêjeya Kurdî li zanîngeha Efrînê dixwend.

Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve ji roja 18ê Adara 2018an ve Efrîn dagîr kirine û ji wê demê ve û ji bo standina pereyan, grûpên çekdar welatiyên Efrînê direvînin û eşkence didin.

 

S. B