Trump hêviyekê dide Kurdên Rojavayê Kurdistanê
Serokê Amerîka Donald Trump tekez kir, heger hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin pişt nakin Kurdan û dê parastina Kurdan bikin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Amerîka Donald Trump tekez kir, heger hêzên Amerîkî ji Sûriyê vekişin pişt nakin Kurdan û dê parastina Kurdan bikin.
Donald Trump ev axaftin di çarçova civînekê de li Koşka Spî got, Amerîka dixwaze piştî vekişîna hêzên wan ji Sûriyê parastina wan şervanên Kurd yên ji aliyê welatê wî ve dihatin piştevanîkirin bike.
Trump ew nûçeyên ku behsa vekişandina hêzên Amerîkî di heyama 4 mehan de red kir û tekez kir, ti nexşeyeke demi ji bo vekişandina tevahiya hêzên Amerîkî ji Sûriyê diyar nekiriye. Ev wek nîşanekê ye derbarê daxuyaniya berpirsên asayişa netewî ya Amerîka de ku ragihandibûn, vekişandina tevaniya hêzên Amerîkî ji Sûriyê di 4 mehan de dibe.
Nêzîkî 2 hezar leşkerên Amerîkî li Sûriyê ne, di şerê li dijî DAIŞê piştevaniyê didin Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), di 4 salên bûrî de rûbereke berfereh ji destê DAIŞê kontrol kirine, lê hîna paşmayên DAIŞê li navçeyên sînorî yên di navbera Iraq û Sûriyê de mane.
Serokê Amerîka di meha bûrî de biryara vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê dabû, niha jî behsa planeke din tê kirin u ew hêz bi hêdî dê bê vekişandin.
Piştî biryar vekişandina hêzên ji Sûriyê, Senatorê Amerîkî yê Komariyan Lindsey Graham digel Serokê Amerîkayê Donald Trump kom bû. Piştî civînê ji Graham ji rojnamevanan re ragihand, “Her vekişîneke ji Sûriyê divê DAIŞê bi temamî hatibe jinavbirin, nabe Îran cihê vala dagire û divê Kurd bêne parastin.”
S. B