Rêveberiya Xweser: Hemû partî dikarin nivîsgehên xwe vekin

Rêveberiya Xweser biryarekê derdike û li gor wê biryarê, rê ji hemû partiyên ku moleta kar ji Rêveberiya Xweser wernegirtine re tê dayîn ku nivîsgehên xwe vekin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweser biryarekê derdike û li gor wê biryarê, rê ji hemû partiyên ku moleta kar ji Rêveberiya Xweser wernegirtine re tê dayîn ku nivîsgehên xwe vekin.

Hevserokatiya Komîta Karûbarên Partiyên Siyasî ya ser bi Encûmena Sagonsaz a Rêveberiya Xweser ve îro biryarek derkir û arasteyî hemû aliyên pêwendîdar kir ku pabendî wê biryarê bibin.

Li gor wê biryarê:

  • Rê ji hemû partiyên ku molet ji Rêveberiya Xweser wernegirtine tê dayîn ku nivîsgehên xwe vekin.
  • Divê hemû aliyên pêwendîdar pabendî naveroka wê biryarê bibin.

Di daxuyaniyê de diyar kiriye jî, “Li ser bingeha berjewendiya niştimanî û bersivdayîna ji Kongira Netewî ya Kurdistanê re bo amadekirina merc û heyamên danûstandinê û yekrêziya niştimanî” ev biryar derkiriye.

Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) şaxa Rojavayê Kurdistanê çend roj in destpêşxeriye bo danûstandinê û nêzîkirina partiyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê daye pêş xwe, Serokê KNKê Ebdilkerîm Omer li ser destpêşxeriya KNKê berî 3 rojan ji K24ê re got, KNK komîtek ji 5 kesên serbixwe destnîşan kiriye ji bo pêwendiyê bi partî û aliyên siyasî re bike, ta ku karibe yekhelwestî û yekrêziyekê li Rojavayê Kurdistanê ava bike û ji bo ku destkeftiyên ketine destê me biparêze, ji ber ku di vê qonaxa awarte de ya ku em tê re derbas dibin, em bi gefên mezin ên Tirkiyê re rûbirû ne.”

Herwiha duhî jî Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ya Rojava li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê di konferanseke rojnamevanî de da zanîn, ew bi Rêveberiya Xweser re civiyane û li ser gelek xalan li hev kirine û yek ji wan xalan ew e, partiyên Rojavayê Kurdistanê dikarin nivîsgehên xwe vekin û karê xwe bi serbestî bikin.

Ji Adara sala 2017an ve hemû nivîsgehên partiyên ser bi Encûmena Niştimanî ya Kurdistanê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê girtî ne û nikarin kar û çalakiyên xwe bikin. Herwiha ji vê demê ve hejmareke mezin ji serkirde, kadro û alîgirtin ENKSê hatibûn girtin û hîn jî beşek ji wan di girtîgehên Rêveberiya Xweser de girtî ne.

Li ser destpêşxeriya KNKê jî Berpirsê Rêvebir ê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Mihemed Îsmaîl ji K24ê re got: “PYD û desthilata li Rojavayê Kurdistanê heta niha ti derfet û zemîneyek ji bo yekrêzî û danûstandinê peyda nekirine û hîna nivîsgehên ENKS û partiyên di nava girtî ne û hîna endamên wan di zîndanên wan de girtî ne.”

 

S. B