Çekdaran ciwanekî Efrînî di bin eşkenceyê de kuşt

Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ciwanekî Kurd di eşkenceyê de dikujin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Efrînê çekdarên ser bi artêşa Tirkiyê ciwanekî Kurd di eşkenceyê de dikujin.

Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir, ciwanê bi navê Mihemed Emîn Hesen ê 23 salî ku ji gundê Kefirsefrê ye, ji berî 6 mehan ve ji aliyê grûpa bi navê El-Hemzat ve hatiye revandin û wê grûpê malbata wî ciwanî agahdar kirine ku Mihemed Emîn Hesen di girtîgehê de canê xwe jidest daye.

Jêder amaje bi wê yekê dikin, Mihemed Emîn Hesen di girtîgeha girûpa El-Hemzat a li gundê Basûtê de hatiye kuştin û duhî malbata wî hatiye agahdarkirin, lê termê Mihemed bo malbata wî nehatiye radestkirin û tê gûmankirin ku ji zû ve hatibe kuştin û veşartin.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiye û gûrpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê ve, ev çendîn car in welatiyên Efrînê di girtîgehên wan grûpan de di eşkenceyê de tên kuştin.

Efrîn ku di 18ê Adara 2018an ve hatiye dagîrkirin, grûpên çekdar bi mebesta standina pereyan ji malbatên wan, xort û keçên Efrînê direvînin û eşkence didin.

 

S. B