Ji bo pêkanîna hikûmetê PDK û YNKê dicivin
Biryar e sibe şandeke Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) serdana bajarê Silêmaniyê bike û ligel Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bicive.
K24 – Navenda Nûçeyan
Biryar e di çend rojên bê de Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li ser pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.
Li gor zanyariyên ketine destê K24ê, civîna PDK û YNKê taybet bi pirsa pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibe.
Îro jî Polîtburoya YNKê bi serperiştiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kusret Resûl beşdarî di civînekê de dawî pêşhatên Kurdistan, Iraq û navçê û herwiha pêwendiyên YNK bi PDKê û aliyên din re yên derbarê pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê bi hûrî gotûbêj kirin.
Zêdetir ji 3 mehan e hilbijartin Herêma Kurdistanê birêve çûye û ji wê demê guftûgoyên derbarê pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê berewam in.
S. B