PDK û YNKê dicivin
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cafer Mustefa ragihand, sibe PDK û YNKê ji bo pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê dicivin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Endamê Polîtburoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Şêx Cafer Mustefa ragihand, sibe PDK û YNKê ji bo pirsa pêkanîna hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê li Pîrmamê dicivin.
Şêx Cafer Mustefa li ser nakokiyên PDK û YNKê ji K24ê re ragihand, “PDK û YNKê bêyî hev nikarin bibin hikûmranê rastî. Wek YNKê dixwazin bibin hevbeşeke rastî di hemû movikên hikûmraniyê de.”
Ragihand jî, “Hewl ji bo çareserkirina hemû pirsgirêkan didin û çaverê ne Serok Barzanî rola xwe ya bi bandor bike û di baweriya me de Serok Barzanî dikare hemû girêkan veke.”
Ew endamê Polîtburoya YNKê derbarê dubarenebûna şerê navxweyî de got: “Ew kesên behsa du îdareyan dikin, ew dizê saman û serweta gel in û xiyanrtker in, ti cudahî di navbera wan û kujerên Pêşmerge de nîn e.”
Zêdetir ji 3 mehan e hilbijartinên Herêma Kurdistanê birêve çûne û heta niha ti gaveke girîng ji bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdiatanê nehatine avêtin. Tê çaverêkirin di civîna sibe de PDK û YNKê asoyeke ron vekin.
S. B