Trump û Erdogan avakirina navçeya ewle li Sûriyê guftûgo kir

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Amerîka Donald Trump pirsên girêdayî bi rewşa Sûriyê û avakirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê guftûgo kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Amerîka Donald Trump pirsên girêdayî bi rewşa Sûriyê û avakirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê guftûgo kir.

Serokomariya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand, Erdogan û Trump behsa dirustkirina navçeya ewle li bakurê Sûriyê kir.

Diyar kir, Erdogan pêşwazî li biryara vekişandina artêşa Amerîka ji Sûriyê kir û herwiha amadehoya Tirkiyê bo her hevkariyekê ji bo vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê derbirî.

Li gor daxuyaniyê, Erdogan ji Trump re gotiye, pirsgirêka Tirkiyê bi Kurdan re nîn e, armanca Tirkiyê tenê jinavbirina teroristan e yên li ser ewlehiya wê ya netewî gef in.

Herwiha Erdogan û Trump di axaftina xwe de di warê geşepêdana têkiliyên aborî yên dualî de li hev kirine.

Ev yek di demekê de ye, Serokê Amerîka Donald Trump gef li Tirkiyê hişyar kiribû û gotibû, heger Tirkiye êrîşî Kurdên Rojavayê Kurdistanê bike, wê demê ewê aboriya Tirkiyê têk bidin.

 

S. B