Mebesta Tirkiyê ji herêma ewle çi ye?

Li Tirkiyê karvedanên gefên Trump û li Rojava pêşniyara avakirina herêmeke ewle didomin.

 

K24 – Enqere

Li Tirkiyê karvedanên gefên Trump û li Rojava pêşniyara avakirina herêmeke ewle didomin. Rayedarên Tirkiyê dibêjin, em ê herêma ewle ava bikin û wê YPG tê de cih negire. Lê pisporên peywendiyên navdewletî jî dibêjin armanca Amerîkayê ew e ku bi herêma ewle Kurdên Sûriyê li ber gef û operasyonên Tirkiyê biparêze. Pisporên Tirkiyê dibêjin, Enqere hewl dide ku bo egera operasyoneke konsensuseke navdewletî pêk bîne. Di vê çarçoveyê de jî hewlên xwe yên dîplomatîk didomîne.

Li ser mijara Sûriye û Rojavayê Kurdistanê di van rojên dawî de liv û tevgerdariya dîplomatîk ya navdewletî û gelek geşedanên balkêş diqewimin ku ji aliyê hemû cîhan û Rojhilata Navîn ve bi baldarî tê şopandin. Li aliyekî ve karvedanên biryara Trump ya vekişandina hêzên Amerîkî ji Rojavayê Kurdistanê û piştî vê gefên Trump yên li ser aboriya Tirkiyê hêj berdewam dike. Li aliyê din jî Serokomarê Tirkiyê Erdogan dibêje daxuyaniyên Trump em xemgîn kirin û dû re dide zanîn ku di peywendiya telefonî ya li gel Trump de ew gihîştine fehmberiyeke dîrokî û ew amade ne li ser xeta sînorê Sûriyê herêmeke ewle ava bikin.

Li gorî hin pisporan mebesta daxuyanî û gefên dawî yên rayedarên Amerîkî ev e ku operasyoneke muhtemel ya Tirkiyeyê bo Rojavayê Kurdistanê asteng bike.

Akademîsyen Prof. Dr. Dogu Ergil ji K24ê re got: "Tirkiye ev demeke dirêj e ku li Sûriyê herêmeke ewle dixwaze. Di dema Obama de pêşniyara Enqerê ji ber ku wê bes şertên Tirkiyê bihata sepandin nehatibû qebûlkirin. Hebûna penaberên Sûrî li Tirkiyê êdî bûye mijara ewlehiyê. Tirkiye dixwaze herêmeke ji pêkhateyên herêmî pêk were ava bike û penaberên Sûriyê li van deveran bicih bike û rê li ber YPGê bigre. Lê mebesta Amerîkayê jî ew e ku bi herêma ewle Kurdan ji Tirkiyê biparêze. Yanê li vir nakokiyeke mezin rû dide."

Hin pispor jî dibêjin her çiqas derbarê avakirina herêmeke ewle de nêrîna Tirkiye û Amerîkayê cuda bin jî, ji ber ku riya diyalog û dîplomasiyê vekiriye eger heye Enqere û Washington lihev bikin.

Akademîsyen Prof. Dr. Mustafa Sitki Bîlgin dibêje: "Li ser modela avakirina herêma ewle nezelalî heye. Tirkiye bi avakirina herêma ewle dixwaze bi niştecihên herêmî rêveberîyeke ava bike û ewlehiya wê derê jî bi artêşa xwe pêk bîne. Lê Amerîka dixwaze di ewlehiya sînor de YPG'yî jî cih bigrin. Yanê di pratîkê de gelek pirsgirêk hene. Lê rayedarên Tirk û Amerîkî hevdîtinan pêk tînin û her daîm riyên diyalog û dîplomasiyê jî vekirî ye. Li gorî min di heyama navîn de wê Tirkiye û Amerîka li ser formuleke maqûl lihev bikin."

Herwiha Sererkanê Tirkiyê Yaşar Guler li Brûkselê bi hevpostê xwe yê Amerîkî re hevdîtinekê pêk anî û li ser mijara herêma ewle gotûbêj hatin kirin û hat ragihand ku şandeya Tirk ji aliyê Amerîkî rem gotiye, em bi tu awayî li herêmeke ewle hebûna hêzên YPGê qebûl nakin. Li aliyê din Serokomarê Tirkiyê Erdogan ji bo ku bi berfirehî vê mijarê li gel Serokê Rûsyayê Pûtîn re binirxîne wê di 23ê Çileyê de biçe Rûsyayê.