Serokwezîrê Îraqê serdana Erebistana Siûdî û Kuweytê dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî bi armanca gotûbêjkirina çendîn pirsên girîng ên ewlehî, aborî û siyasî vê hefteyê serdana Erebistana Siûdî û Kuweytê dike.
Li gorî zanyariyên Kurdistan24ê, biryar e Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî roja 14ê Cotmeha 2026an, serdana Erebistana Siûdî bike. Di vê serdanê de, Zeydî dê ligel berpirsên payebilind ên Siûdiyê bicive û rewşa navçeyê û pêwendiyên dualî bixe ser maseya danûstandinan.
Hat ragihandin, di hevdîtinên li Riyadê de, dê encamên lêkolînên derbarê êrîşên li ser xaka Erebistana Siûdî bên nirxandin. Piştî bidawîbûna bernameya xwe ya li Siûdiyê, tê çaverêkirin ku Serokwezîrê Iraqê serdana Kuweytê jî bike.
Pêştir biryar bû ku di 29ê Tîrmeha îsal de Elî Zeydî serdana Riyadê bike, lê belê ew serdan ji ber pêşveçûnên leşkerî hatibû hilweşandin. Wê demê piştî êrîşên bi dronan ên ji aliyê komên çekdar ên Îraqê ve bo ser dezgehên Siûdiyê, Amerîka û Erebistana Siûdî di êrîşeke hevbeş de baregehên Heşda Şeibî û çend komên çekdar kiribûn armanc.
Piştî wan rûdanan û bi saya hewldan û navbeynkariya çend aliyên herêmî û navneteweyî, aloziya di navbera Bexda û Riyadê de kêm bû. Arambûna rewşê rê xweş kir ku careke din amadekarî ji bo serdana Serokwezîrê Iraqê bên kirin, daku dosyayên girîng ên ewlehî, siyasî û aborî ji nû ve bi fermî bên gotûbêjkirin.