Kandîdên PDKê bo kabîneya nû ya Îraqê hatin yekalîkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Danûstandinên li ser pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Îraqê gihiştin qonaxa dawî. Serokwezîrê Îraqê Elî Zeydî lîsteya kandîdên aliyên siyasî wergirtiye û biryar e pêvajoya dengdanê di parlementoyê de were destpêkirin.
Li gorî agahiyên Kurdistan24ê, Serokwezîr Elî Zeydî ji Desteya Serokatiya Parlementoyê re ragihandiye ku sibe 11ê Cotmehê, jînenîgarî (CV) yên tevahiya kandîdan ji parlementoyê re tên şandin û roja 12ê Cotmehê jî rûniştina fermî ya dengdanê dê bê lidarxistin.
Endamê fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Îraqê, Şêrwan Dûberdanî ji Kurdistan24ê re aşkere kir ku PDKê kandîdên xwe yekalî kirine:
- Bengîn Rêkanî: kandîdê posta Cîgirê Serokwezîr.
- Rêbaz Hemlan: kandîdê posta Wezîrê Avadankirin û Niştecîhkirinê.
Ji aliyê din ve, aliyên Şîe û Sunne ligel pêkhateyên Tirkmen û Mesîhî jî li ser kandîdên pişkên xwe yên di nava hikûmetê de gihîştine lihevkirinê. Piraniya postên van aliyan ku cîgirên serokwezîr û çendîn postên wezarî li xwe digirin hatine yekalîkirin; tenê li ser diyarkirina kandîdê yek ji pêkhateyan guftûgo berdewam dikin daku ew post jî bi lihevkirineke hevbeş were çareserkirin.
Di vê kabîneyê de biryar e sê wezaretên nû li pêkhateya hikûmetê bên zêdekirin, ew jî: Wezareta Geştyariyê, Wezareta Jîriya Destkird û Wezareta Karûbarên Dewletê ne. Ji bo bidawîkirina vê dabeşkirinê, danûstandinên aliyên siyasî û bi taybetî Çarçoveya Hevahengiyê (Şîe) berdewam dikin.
Piştî hilbijartinên parlementoyê yên Mijdara 2025an, pêkanîna hikûmetê ji ber nakokiyên navxweyî mehan dereng ket. Di Nîsana 2026an de Çarçoveya Hevahengiyê Elî Falih Zeydî wek kandîdê serokwezîriyê destnîşan kir û piştre ji aliyê Serokkomar ve hat erkdarkirin. Her çend Zeydî di Gulana 2026an de ji bo beşek ji kabîneya xwe baweriya parlementoyê wergirtibû jî, ji ber rikeberiya li ser wezaretên ewlehiyê (Berevanî û Navxwe), temamkirina hikûmetê heta niha mabû.