Bi vîdyo.. Li Efrînê 2 teqîn çê bûn û kuştî û birîndar hene
K24 - Navenda Nûçeyan
Li Efrînê li çarêya Kawa bombeyek vedayî bi baseke sivîlan de teqiya û di encamê de kuştî û birîndar hene.
Jêderekî ji nava Efrînê ji K24ê re got, destpêkê bombeyek vedayî li çarêya Kawa ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve hate dîtin û wan ew bombe teqandin.
Li gor wî jêderî, piştî teqîna yekem û li nêzîkî wî cihî, kesek li basê siwar bû bombeyek danî hundirê basê û ew bombe di hundirê basê de teqiya û 7 kesên sivîl ên ku di basê de bûn hatin ku]tin birîndarkirin û hejmarek jî welatiyên sivîl û çekdaran ên li dever li nêzîkî basê bûn ku hejmara wan nêzîkî 12 kesan bûn jî birîndar bûn.
Basa bombe pê de teqiya ya Rifiet Şêx Sîdî ye û ew bi xwe jî bi birîndar bûye, lê ti metirsî li ser jiyana wî nîn e.
Li gor zanyariyên K24ê, heta niha 3 kesan canê xwe jidest daye û tê pêşbînîkirin ev hejmar bilind bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran gelekî giran e.
Welatiyên kuştî û birîndar ji bo nexweşxaneya Leşkerî ya Tirkî ya li taxa Mehmûdiyê hatin veguhastin.
Piştî teqînê cihê bûyerê ji aliyê Polîsa Leşkerî û çekdaran ve hat dorpêçkirin.
Duhî jî li Efrînê teqîneke li nêzîkî hola Jîn a şahiyan rû dabû û di encamê de welatiyekî sivîl canê xwe jidest dabû û 3 kesên din jî birîndar bûbûn.
Ev teqîna îro hevdem e bi roja salvegera êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li ser Efrînê ye.
S. B