Li 43 gundên Bedlîsê çûnûhatin hat qedexekirin
Parêzgeriya Bajarê Bedlisê bi daxuyaniyekê ragihand, li 43 gund û wargehan Bedlisê ji hatûçûyê re qedexe hatiye ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Parêzgeriya Bajarê Bedlisê bi daxuyaniyekê ragihand, li 43 gund û wargehan Bedlisê ji hatûçûyê re qedexe hatiye ragihandin.
Li Bajarê Bedlisa yê Bakurê Kurdistanê di encama operasyoneke artêşa Tirkiyê de, qedexeya hatûçûyê li ser 43 gund û waran hat danîn.
Ev qedexe îro di demjimêrên dibê de ji aliyê Parêzgeriya bajêrê Bedlisê ve hatiye ragihandin û heta demeke nediyar dê berdewam dibe.
Di vê operasyona leşkerî de, lêgerîn di malan de tê kirin û lêpirsîn ji gundiyan tê kirin.
Hin welatiyên ku di rêyan de ne agahdarî operasyon û qedexê bûn, hatin binçavkirin.
S. B