Efrîn.. 7 welatiyên Kurd hatin revandin
Grûpeke çekdar a li Efrînê li gundê Mosako yê Efrînê 7 welatiyên Kurd revandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpeke çekdar a li Efrînê li gundê Mosako yê Efrînê 7 welatiyên Kurd revandin.
Navenda Medyayî ya Efrînê belav kir ku, di 20.1.2019 çekdarên grûpa Ehrar El Şerqiye avêtên ser gundê Mosako yê ser bi navçeya Raco û 7 welatiyên Kurd revandin.
Wê navendê da zanîn, ji wan kesên hatine revandin, Elî Kemal Mustefa, Mihemed Xalid Mustefa, Omer Hisên Elîko, Seîd Mûsa, Enwer Muslim û Nidal Mihemed Mistefa ne.
Li gor çavkaniyên navxweyî ew kesên hatine girtin berî heftiyekê beramber 150 hezar Lîreyên sûrî hatibûn berdan.
Salek di ser destpêka êrîşa Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Efrînê re derbas dibe, di heyama vê salê de li gor amarên çalakvanan zêdetir zêdetir ji 3 hezar welatiyên Kurd ên Efrînê revandine ew jî tenê ji bo standina pereyan ji malbatên wan.
S. B